Poetry

It’s not okay

It’s not okay
that there’s only one
prisoner on Imrali Island
in the Sea of Marmara
guarded by a thousand
Turkish soldiers.

Nor is it okay
that for months now
all visitations, mail
and other communication
from outside have been
forbidden him,

and certainly it’s
not okay that we and
the world don’t know
where he is or has been
or if he’s still there or
has been moved, or killed.

It’s not okay, it’s
Abdullah Ocalan, Kurd,
whose spirit—body or no—
and flaming words for his
country’s liberation from
the yoke of colonization

light up the souls of all
who resist by insisting
Kurdistan must be the reality
of the dream Ocalan keeps
faith with, no matter the lies
flung at his heroic name.

—Jack Hirschman,
San Francisco (USA)

SBARRE

( per Apo )

Tutta l’acqua
che mi avete messo intorno
rende voi
naufraghi
il silenzio
al quale mi avete condannato
vi ha resi
sordi
ci sono sbarre
tra noi
e i prigionieri
siete voi
io
re muto
della mia isola
sono il cuore
che batte
del mondo che verrà
voi
cadaveri viventi
di quello già
finito.

Sandro Spinazzi    5 giugno 2012

IL POPOLO KURDO UN GIORNO

La morte in questi giorni

spadroneggia sarcastica

su tutta la terra.

Il cuore dei fanciulli kurdi

in ginocchio in queste ore

brucia

in un martirio

e una solitudine

crudeli.

Dove ci nasconderemo un giorno

quando il popolo kurdo

scenderà a valle

nelle nostre città

sulle nostre strade?

Balbetteremo ancora con arroganza

l’ordine internazionale

la convivenza, le regole civili?

Dove ci rintaneremo, come schiveremo

la vergogna…

Il popolo kurdo un giorno

scenderà dalle montagne

col peso dello sterminio

nell’anima

con l’angoscia di queste notti

terribili e queste nevi

con il terrore glaciale

dei fucili puntati

le bombe sul capo.

Come potremo menzionare ancora

l’amore

come potremo menzionare ancora

la vita.

Non ci sarà alcun riparo

non troveremo alcun

riparo.

Il popolo kurdo tornerà

a valle

un giorno…

Non troveremo più, non troveremo più

chiarimenti spiegazioni

da nessuna parte.

Ferruccio Brugnaro            Aprile 1991

Xezeba çarşema reş
Dibariya

Ev çend sal in ku çarşeman li dû xwe dihêlim. Çarşemê di nava şeş rojên stûxwar de ku mîna stiyekê bi cih e, reşahî bi ser xwe de kir û bi reşahiyê re xezeb li dar xist. Her çarşema ku derbas bû, kul û birînek li ser dilê min jî vekola. Bi hinareyê geh çûna parêzeran û geh jî neçûna parêzeran; ez li eslê xwe digerandim. Çûna bi rengê kişwerê tenê  nehatibû girêdan, lê ta ku her çarşemekê metirsiyek bi min re peyda dikir. Aşopa min a nepenî bi bengiyeke karîger xwe li kiryarên bednedîtî diqelibîne. Xwîn di damarên min de bi lezgînî, bi peroşmendiyeke tundravî ku bi gopalî li ser giyanên nûcan mîna defa hawarê hildavêt. Li halê xwe difikirîm, ‘fikra min dê mîna brûskan di hişê min de biteqe’ çelq dibû û min li mirovên bi stûxwarî diçûn ser deryayê dimeyzand. Qiraxê deryayê ji mirovan bûbû bend û min jî berê xwe da nava wan.
Pêlên deryayê bi halanê ketibûn; teqle bi teqle geh bi pêş, geh bi paş ve vedizeliyan. Kefşîreke mezeloqî li dor peraxan dixist û xaka zibir zibirî bi rengê avê keskgirtî dida nîşan. Tîrêjên rojê hêdî hêdî xwe bera ser didan, di nava navika deryayê de tavek duyemîn ku mîna hebe bi heybet şewq dida û bi pêlan re mîna marê bi şabûnê bikeve, bi leqek xwaro maro bû. Axir, him bi bilîmetî raza min bi min keşîner dianî û him jî coş û peroşmendî bi min dida avakirin. Hunerweriya wê kêliya dîmenî wisa karîger bû ku ez handanî aşopên ku bi salan e li bendê bûm dikir.
Bi vê sosretê min li deryayê dimeyzand, bîna azadiyê ji deryayê difûriya  û xwe bi ser kepê min dixist, min dikişand hundirê xwe; dilê min dinêhwirand, qêrîna min dengê min ê kelogirî dibihurand, rondik di çavê min de difetisandin, hem jî çizîniya îske îskê dida der. Pêve ne tu deng ne tu pejn!.. Çavên min ji deryayê û ji tava mîna topek agir ku di nava dilê asoyê de aliqîbû dişewitî, jixweber diqurifîn ser hev, li şînahiya nava deryayê, li giravê digeriyan.
Ne şînahiyek û ne girava ku bihata dîtin li holê bû. Asîmanê bi ewrên qet qetî ku di nava tîrêjên rojê  re derbas dibûn, hem bi rengekî qemerî û hem jî bi rengekî şîrlewitî, ji ber siya heyva xuyan wêdetir, ji dawiya deryaya bêdawî ku qet nayê dîtin bi ser dilê gel ê birîndar de dihat; lê min çav lê nequrifandin, derya ji tîrêjên di nava ewran de xwe berdida xwar, bêpar nema.
Di gel vê yekê her ku diçû, qefle bi qefle mirov li peraxa deryayê kom dibûn. Herkes bi etlayeke bêhempa, bi sebreke bêbinî, bi bihneke newestiyayî û bi hêviyeke bêmetirsî, di nava cil û bergên reşahiyê de bi daxwazên xwe ve hatin girêdan. Qefla zarok û kal, jin û mêr, keç û lawan bihn li xwe diçikand; bêdengiyê hew xwe li ser dengê ba û pêlên deryayê digirt.
Ji nişka ve tevahiya mirovan di halê xwe de westiyabûn û çav nedilivandin, çav qurifandin nava deryayê. Derya bi pêlên har diçû dihat ket rawestandinekê û mij û morana ji deryayê difuriya û dibû keskesoreke rengê kadizî. Masiya biçûk ji nav deryayê zan, pir bûn, bilorî hewa dibûn û careke din xwe bera nava deryayê didan. Ne yek, ne sed û ne bi milyonan bi hev re, bi dêlindêzeke kiryarî ku bi vê avjeniya sosret ber bi qefla me mirovan dihatin. Ji nava wan masiyan masiyekî mezin serkêşî dikir; bi şewqeke nepenî her cure reng jê xuya dibû. Gelek ji mirovên ber min, reviyan û li paş xwe nenihêrtin. Gelek li cihê xwe şaşwaz man û gelekan jê jî bi peroşî xwe avêt nava deryayê. Her laşê ku daqulî nav deryayê dibû, demildest dibû ar û pêtî; gurbûna agir bû topek nûrê û li ser pişta her masiyekî biçûk mirovên ku ketibûn nava deryayê lê siwar bûn. Masiyên mezin li pêş, ên biçûk li dor, ên mezin li qiraxa deryayê sekinîn. Dengekî newa ji xwe dan der, bi melodiyeke ku li guhan xweş bê, qêrîn û tevî mirovên li wir, li xwe hewandin.
Masiyê mezin bi ecêbekê devê xwe vekir, diranê di dev de mîna  şûran tûj, di nava diranan de jî mirovek xuya bû. Herkesî dev ji masiyan berda û bala xwe da ser wî mirovî. Ew mirov ber bi qefla mirovan ve hat û raste rast berê xwe da min; şewq jê diçû, çavê min ji şerma qurifîn, ew çend xweşik bû, hema şox û şemal bi ser de hildibû… Li nik min rûnişt, bi destê min ê ricifokî girt, bîhna misk û mawerê bi ser min de barand û bi dengekî têkel gote min:
“Ez Yûnis Pêxember im. Ji cem mirovê mezin Serok APO têm. Rewş û tenduristiya wî pir baş e. Hew got, ji gelê min ê fedekar re bibêje, bila wê xeta ku  tê de dimeşin ‘ya rast û saxlem’ şaş nekin. Bila tu kes min meraq neke her çarşem bi ser min de neyê,  pir nêzîk maye ku ez ber bi we ve bêm! ”
Hemû çav li min û Yûnis Pêxember bûn û guhdariya sohbeta me dikirin. Piştî van gotinên Yûnis PÊxember ên dawî, şahî li dar ket, herkesî hev û din pîroz kir û Yûnis Pêxember bi vê şahiyê bi rê xist. Gelekan jê gul, name… û yên ku çi jê hat kir xelat dan Yûnis PÊxember da ku bi xwe re bibe û bide Serok APO. Hatina Yûnis Pêxember çawa bû, çûna wî jî weha bi dêlindiza masiyên biçûk li dar bûbû. Heta bi masiyan re winda bûn, çav ji wan qut nebûn. Piştî ku li ber çavan winda bûn, derya ket halê xwe yê berê; herkes bi diltijî, bi kêfeke bêpayan, ji ber peraxa deryayê vekişiya û ber bi xêza azadî û aştiyê meşiya. Meşiyan û li qadan mîna xweliya ku ji asîman bibare, li hev kom bûn û qîriyan. Qêrînek bi yek dengî berz kirin û bi dirûşmên bilind çarşema reş şermezar kirin.
Bi vî dengê ku ji kerika guh dernediket re, min berê xwe ji nava kûrahiya deryayê da alî û meşiyam nava koma gel…
Hogir Berbir

It’s not okay

that there’s only one

prisoner on Imrali Island

in the Sea of Marmara

guarded by a thousand

Turkish soldiers.

Nor is it okay

that for months now

all visitations, mail

and other communication

from outside have been

forbidden him,

and certainly it’s

not okay that we and

the world don’t know

where he is or has been

or if he’s still there or

has been moved, or killed.

It’s not okay, it’s

Abdullah Ocalan, Kurd,

whose spirit—body or no—

and flaming words for his

country’s liberation from

the yoke of colonization

light up the souls of all

who resist by insisting

Kurdistan must be the reality

of the dream Ocalan keeps

faith with, no matter the lies

flung at his heroic name.